Serhildana Irane

Rijîma Îslamîye Îranê her roja destpêkê ku hatîye ser kar dest bi binpê kirina mafê gelên Îranê kiriye û gelên Îranê bi şêvazên cûrbicûr hatine çevsandin û azadîya  ferdî û vekheviyê li gel standiye. Partî û saziyên sîyasî hatine qedexe kirin û paksaziya teva di nava damûdezgehên dewletê de hate kirin û heşîmeteke zor li gelên Îranê li ber zulm û zordariya rijîma Îranê, welat bi cih hiştin.

Rijîma Îranê kultûr û ramana Îraniyan tevlihev kiriye û mirov ne azade ku bi dilê xwe cilan ber xwe bike, guh li muzîka dilê xwe bigre û çav li media ya dilê xwe bike û mirov ne azade bi zimanê dayika xwe bixwêne û kultur, çand û ramana xwe dewlemend bike. Hemu tiştek gereke li bara kultûriye ve li bin sîber û kontrola rijîma Îranê de be û bi taybet ewê rijîmê li ber bîra şûwênî ye destelatdarên Îranê, dujmindariya gelê kurd kiriye û diket. Li nav damûdezgehên dewleta serdeste Îranê de kurd bê parin, mafê çi postekê li nava dewletê de nînin. Kurdên rojhelatê Kudistanê nikarin bibin bi wezîr, şaredar û postên bilind yên dewletê, heta eger harikar û layêngirê wê rijîmê jî bin.    

Destelatdaranên Îranê serwet û samana gelên Îranê bo damerzrandina gropên terorist û pêşxistina mezhebê Şîe li welatên cîran û rojhelata navên, shandine û di dishînin û li aliyek din mûçe li ser xelkê hejar hatîye birîn û gelê Îranê tûşî hejarî û birsîtî kirîne. Ewane hemu hokarên serhildan û xebat bo azadîya gelên Îranê ye. Rijîma Îranê li tirsa xirûşa gelên Îranê, serhildana wan bi dardestên biyaniyan ve girêdide û sezaya darwe kirinê bo wan diyarî dike û dixwaze gel bitirsîne ku xwepîşandanê nekin. Eve taktîka dîktatorane ku dixwazin bo demekê kurt gelê hejar û bindest tepeser bikin û bigehin bi armancên şûme xwe, lê dîrokê nîşan daye ku ew li ber îrada gelê xweragir ser neketine û çi car jî ser nakewin.

Niha jî dibe nêzîkî 40 salin ku rijîma Îranê guşar, bê edaletî, zulim û zorî xistiye ser gelên Îranê û birsîtî, feqîrî û bêkarî bûye derdekê gîran bo gelên Îranê. Berpirsên hakim nikarin û nekarîne jî wê pirsgirika gelan çareser bikin û îdî zulm û zorî gihîshtiye qirikê. Li alîyekê dîke ve gendelî li nav damûdezgehên rijîmê de geleke û rojbiroj zêde dibe û her berpirsên dewletê serwet û samana gelên Îranê bo aliyê xwe ve dikêşine.     

Polisên rijîmê devla wê ku aramiş û asayişê bo xelkê xwe pêk bînin, ketîne dû kontrol kirina porê serê keç û jinan û ger porê serê wan li bin ebriyê de bête xûyakirin bi awayekê ew têne sezadan. Herwiha darûdestên rijîmê xwarin û wexwarina xelkê jî bi şêwazên cûracûr kontrol diken û bi wî avayî nasnama ferdî li gelên Îranê hatîye sitandin.

Serhildana gelên Îranê xebateke rewaye bo gehiştina azadiya ferdî, civakî, û mafê gelên Îranê ye ku bi xwe biryarê biden çi dewlet û desthilatekê helbijêrin. Her wisa serhildan mafê gelane bo gehiştin bi armacên xwe yên rewa. Eger gelên Îranê îrade biken, dikarin wê nizamê li ser ve helûşînin û nizamekê azad ku rêzê li kesayetîya mirovan bigire û imkanatê jîyanê bo mirovan pêkbîne, helbijêrin.

Em niha wê yekê pê çavên xwe dibîn ku gelên me yên Îranê çende aza û netirisin û dixwazin nasnama xwe ku li alîyê rijîmê li wan bi avayekê sîstematîk hatîye sitandin, werbigirin û bibine mirovekê xwedî kesayetî û bi bîr û hizra azad.       Bijî serhildana gelên Îranê ku tirs û lerz xistine nava dilê karbistên rijîmê û berxwedan heta bi dest anîna azadîyê berdewame.

Hemze Reşîdîyan

تێبينيى
ئامادەکردن...