26ê sermawêzê dîrokek tijî serwerî û berxwedane, dîroka hêzek kû bûye rûmeta gelekê!

Li ser dîroka wê rojê, hêjay gotinê ye kû sala 1984an sekreterê gishtiyê hizba dêmokrata kurdstana Îranê, nemir Dr. AbdulrehmanGhasmlo roja 26ê sermawêzê weke roja rêzgirtin ji ked û berxwedana Pêshmergeyê Kurdistanê destnishan kiriye. Dîroka wê roja han dizivêre sala 1945an,

dema ku shervanên kurd li bajarê Mihabadê êrishî ser avahiyên rêjîma padishahiya Îranê kirin û di navde sharebanî û hemû saziyên dewletê xistin bin destê xwe. Levma di wê rojê de, ango 26ê sermawêzê ne tenê dîrokek nû hate ava kirin, belkû tovê shorêshgeriyê li ser esasê xwedî derketin ji nirxên neteweyî û rûmeta gelê kurd di Rojhilata Kurdistanê de hat chandin.

Di gel alûgorên ku li Rojhilata Navin chê dibin, gelê kurd zêdetir ji caran pêwîstî bi rêkxistin û yêketiya navmala xwe heye, lewma Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di qonaxa nû ya xebatê û stratijiya xwe de pêgava `Rasan` daye destpê kirin û dubare hêza pêshmerge hem li chiyan û hem jî li bajaran xistiye devrê.

Ciwanên rojhilatî bi germî pêshwaziya Rasanê kirin û her roj di erkên xwe yên neteweyî de gavên ber bi chav davêjin. Gelê me bi rênîshandan û pêshengatiya pêshmerge ji bo bi destxistina mafê xwe û bi dest girtina charenivîs a xwe, mil bi milê pêshmerge shorêshek nû meshandiye. Êdî bi derketkina îradeya pêshmerge guman nemaye ku ne chiyayên Kurdistanê bê xwedî ne, ne jî bajar bê sitar in. Niha pêshmerge bi biryar e ku tekoshîna xwe ya di hindir û derve bi xurtî bidomîne heta digîje azadî û bextewerî li ser axa xwe ya serbest.

Gelê Kurd, gelek e ku her timî serî li himberî dagirkeriyê rakiriye, bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re asta serkeftinê qazanc kiriye.

Ji ber vê yekê dema ku em bizivirin ser tekoshîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, em bi rengekî ber bichav dibînin ku gelê Kurd li her derî û ji bona azadî, hebûn û rometa xwe li ser piyan e. Mînak a herî berchav, erdhej a vê daviyê li bajarê Kirmashanê (Serpêl u Zehawê) bû ku nîshan da chawan gelê me di demên tengasiyê de xwedî ji hebûna xwe derdikeve. Her wisan hemû buyerên din ku di percheyên din e kurdistanê diqevimin, nîshan didn ka chawan gelê kurd; bi ciwan, zarok, jin û kalên xwe ve, ango ji heftsalî heyanî hefêtsalî li herderî ji bona bidestxistina mafê xwe yê jiyanê û azadiyê li ser piyan e û ji nirxên xwe yên neteweyî xwedî derdikeve.

Di hemû civakan de derketina pêshengên siyasî gohertinên mezin di nav civakê de chê kirine. Pêshengên civaka kurdî jî ji wê yêkê bêpar nînin, lê shanaziya pêshengên kurd ewe kû rojek li rojan di nav refên pêshmerge de li ser chiyayên kurdistanê pêshmergayetî kirine, her wisan zêdeyî ew gohertinên kû heta roja îro di civaka kurdistanê de hatine kirin, li ser destê wan rêberê pêshmerge hatine chê kirin. Bê guman,

ev weke kevneshopiyekê ji dîrokê herikiye heya gihîshtiye roja me ya îro. Komara Îslamî ya dagirker jî wê yekê bash dizane, ji ber wê hindê bi tundî li dijî her chalakî û serketinek kurdan li her char parchên kurdistanê derdikeve. Dema ku her ciwanekî kurd (qiz û xurt) van pirsan ji xwe bike û li bersiva wan bigere, wê gave wê tenê rêya tekoshîn û berxwedanê li pêshberî xwe bibîne. Ji ber ku dijminê gelê kurd tu rêyên jiyanê ji bona me kurdan li holê nehishtine.

Ji bo bîrnîna wê rojê û bîranîna ked, emeg, hemaset û xwebexshiya pêshmerge em bejna xwe li ber mezintahiya peshmerge ditevînin û slavan ji bo malbatên serbilinde shehidan dishînin.

Ibrahim ghasmizad

تێبينيى
ئامادەکردن...